Di êrîşa Îranê ya li ser Urdunê de 2 leşker hatin kuştin û yek winda ye
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku dema bersivdayîna êrişên Îranê 2 leşkerên wê li Urdunê hatin kuştin û yek winda ye.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku dema bersivdayîna êrişên Îranê 2 leşkerên wê li Urdunê hatin kuştin û yek winda ye.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îşev ragihand ku li Urdunê di operasyonên li dijî êrişên mûşekên balîstîk û dronên Îranê de 2 leşkerên Amerîkî hatin kuştin û yek winda ye.
Fermandariyê di daxuyaniyekê de ku ser X‘ê weşandiye ev agahî parve kirin"4 leşkerên amerîkî yên rakiribûn nexweşxaneyên Urdunê piştî tedawiyê derketin. Hin endamên din jî yên bi sivikî birîndar bibûn piştî testên bijîşkî çêkirin, vegeriyan erka xwe."
Di daxuyaniyê de hate gotin, bûyer duh dema operasyonên hêzên Amerîkî û hêzên şirîk ên li dijî êrişên Îranê yên li ser herêmê rû da.